Navê Min Çima Moro ye

Li ser maran çîrokên me balkêş in. Ez dixwazim çîroka Moro ji we re parve bikim. Moro li Elbîstanê ji gundê Çutligê ye. Navê wî û navên xwuşk û birayên wî navên maran in.

De û bavê Moro dizewicin û dû zarokên xwe dibin. Lê herdû jî dimirin. Dapîra Moro bang li keça xwe dike û dibêje:

– Keça’m, te biçe, li çiya bigere. Te devê mar de qimqimok dît te lê bigere. Ewê wî qimqimok berde. Te wî bigire û ji min re bîne.

Dayîka Moro diçe, çend rojan li ser çiya digere. Dawiya dawî devê marekî qimqimok dibîne. Ber vî marî digere. Mar wî qimqimokî ji devê xwe berdide. Î wa birîn bûye. Dayîka Moro wî digire û ber bi gund te û dide diya xwe.

Ew jî qimqimok dikûje û ber rojê hişik dike û dike nav balîfa keça xwe. Paşê jî jê re wisa dibêje:

– Îro şun da zarokên te bûn te navê maran pêde.

Piştî wê bûyerê çar law û keçaka xwe te dine û jiyan dikin. Moro dibêje, “Navên me jî navên maran in.” Moro van agahiyan dide:

“Navê birayê minê mezin Ziya û biçûkê wî jî Ajdar e. Ajdar di sala 1992an de li gerîlla şehîd ket. Biçûkê Ajdar Şahmar e. Navê xwuşka min Îlvan û navê min jî Moro ye.

Ziya: Şahê maran e.

Ajdar: Ejderha ye.

Şahmar: Ji Şahmaran te.

Îlvan: Marên DİŞİ re dibêjin Îlvan.

Moro: Mar e.

Li gorî baweriya me niyet girîng e. Ger te niyet kir û paşê jî navê zarokan gerî zarok dimirin. Lohma jî dayîka Moro li ser niyeta xwe disekine û navên maran dide zarokên xwe.